Li Rojhilat 3 kolber di êrîşa hêzên Îranê de birîndar bûn

Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê 3 kolberên kurd di êrîşa pasdarên Îranê de birîndar bûn.
Kolber
Kolber

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê 3 kolberên kurd di êrîşa pasdarên Îranê de birîndar bûn.

Malpera mafên mirovan a Hengaw ragihandiye, duh pasdarên Îranê li devera sînorî ya Hengejale li nêzîkî bajarokê Bane komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrîşê de herî kêm 3 kolber birîndar bûn.