Li Tirkiyê rewşa herî dawî ya Koronayê
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 168 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 18ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 19 hezar û 944 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.
Herwiha di 24 demjimêran de 15 hezar û 537 kes baş bûne