Şewata li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê didome

Li Şemzînanê, bejahiyên gundên Qelaşkê û Nêrkoleyê şewateke mezin derketiye
Şewata li Şemzînanê
Şewata li Şemzînanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî hemû hewldanên xelkê Colemêrg û Şemzînanê, şewata li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê didome. Ziyanên mezin li daristan û ajeldariyê ketine.

Li Şemzînanê, bejahiyên gundên Qelaşkê û Nêrkoleyê şewateke mezin derketiye. Digel hemû hewldanên şêniyên deverê şewat nehatiye kontrolkirin.

Berpirsên saziyên sivîl didin xuyakirin, çawa hember şewatên rojavayê Tirkiyeyê hestiyariyeke mezin heye, ji bo şewata Şemzînanê jî divê heman hestiyarî hebe.

Li Çiyayê Gomanê bejahiyên gundên Qelaşk û Nêrkole yên Şemzînanê, piraniya caran, ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve tên topbarankirin û di encamê de şewat derdikevin.

Rayedarên dewletê didin xuyakirin, şewat li bilindahiya 2500 metre de derketiye û ji ber vê, hewlên vemirandinê bi bondor nabin.