Hejmara heftane ya pêketiyên Koronayê hat ragihandin: Êlih di lûtkeyê de ye

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di hefteya dawî de hejmara pêketiyên Koronayê herî zêde li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê zêde bûye.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di hefteya dawî de hejmara pêketiyên Koronayê herî zêde li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê zêde bûye.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahettin Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê amarên heftane yên bajaran ên Koronayê belav kir.

Li gor amarên nû hejmara pêketiyên Koronayê herî zêde li bajarên Êlih, Bayburt, Aksaray, Gumuşhane û Erdxanê zêde bûye.

Herwiha li gor amarên heftane ku li gor 100 hezar kesî tê hesibandin, herî zêde li Êlih, Amed, Rîze, Çewlig û Sêrtê pêketiyên Koronayê hene.

Fahrettin Koca diyar kir: “Heta nexweşê dawî jî baş nebe Korona bi dawî nabe. Lewra divê xelk pabendî tedbîran bin. Rêkarên mask, mesafe û paqijiyê cîbicî bikin.”

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê duh 19 hezar 944 kes bi Koronayê ketibûn û 168 kesan jî canê xwe ji dest dabûn.