Rapirsî: Divê pirsa Kurd bi rêya demokrasiyê were çareserkirin

Li gorî encamên rapirsiya dawî ya li Tirkiyê, bi rêjeya %35.5 kesên beşdarî rapirsiyê bûne, çareserkirina pirsa Kurd di pêşxistina demokrasiyê û bihêzkirina rêveberiyên herêmî de dibînin.

Navenda Nûçeyan (24) - Li gorî encamên rapirsiya dawî ya li Tirkiyê, bi rêjeya %35.5 kesên beşdarî rapirsiyê bûne, çareserkirina pirsa Kurd di pêşxistina demokrasiyê û bihêzkirina rêveberiyên herêmî de dibînin.

Dezgeha Lêkolînan a Metropoll ya Tirkiyê meha borî rapirsiyek kiribû. Di rapirsiyê de ji xelkê hatibû pirsîn ku gelo ji bo çareserkirina pirsa Kurd divê çi rêyek were hilbijartin?

Encamên wê rapirsiyê ji aliyê Serokê Dezgeha Lêkolînan a Metropollê Ozer Sencar ve hat ragihandin.

Li gorî encamên lêkolînê, %35.5 kesên beşdarî rapirsiyê bûne, gotine bi pêşxistina demokrasiyê û bihêzkirina rêveberiyên herêmî pirsa Kurd tê çareserkirin.

%22yê xelkê jî gotine bi bihêzkirina biratiya îslamî ew pirsgirêk çareser dibe, %19.5 xelkê jî çareseriya pirsgirêka Kurd di pêşxistina aboriyê de dîtine, %5.5 jî şer û çek wek çareserî anîne ziman.

Yek ji encamên balkêş yên wê rapirsiyê jî ew e ku herî zêde alîgir û endamên MHPê daxwaz kirine pirsgirêka Kurd bi pêşxistina demokrasî û bihêzkirina rêveberiyên herêmî were çareserkirin.