Moskow: Amerîka dê dev ji Ukraynayê jî berde

Rûsya diyar dike ku derketina Amerîkayê ji Efxanistanê, nîşaneya wê yekê ye ku zû an dereng, Amerîka dê dev ji hevpeymana xwe ya Ukraynayê jî berde û wê tenê bihêle.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rûsya diyar dike ku derketina Amerîkayê ji Efxanistanê, nîşaneya wê yekê ye ku zû an dereng, Amerîka dê dev ji hevpeymana xwe ya Ukraynayê jî berde û wê tenê bihêle.

Ukrayna ji sala 2014an ve hevpeymana Amerîkayê ye li dijî Rûsyayê û li rojhilatê Ukraynayê hikûmeta Kiev li dijî serxwebûnxwazan di şer de ye.

Amerîka piştevaniya hikûmeta Kievê dike û serbazên wan ji aliyê artêşa Amerîkayê ve têne perwerdekirin.

Serokê Encûmena Asayîşa Rûsyayê Nikolay Patrûşîv ji rojnameya Îzvestiya ya rûsî re diyar kiriye ku vekişîna Amerîkayê ji Efxanistanê lawaziya Amerîkayê ji bo hevpeymanên xwe nîşan dide.

Nikolay Patrûşîv bi tinazî pirsyar dike û dibêje: “Gelo Amerîkayê hevpeymanê xwe yê li Kabulê parast, tevî ku ew hevpeymana sereke ya li derveyî NATOyê bû.”

Herwiha diyar kir: “Heman çarenûs li benda alîgirên Amerîkayê yên li Ukraynayê ye jî, zû an dereng, dê wan jî bi tenê bihêlin.”