Nûnera Neteweyên Yekbûyî li ser bombebarana Şingalê daxuyanî da

Neteweyên Yekbûyî êrîşên Tirkiyê yê ser Şingalê red kir û daxwaz kir ku Tirkiye rêz li rêkeftina Şingalê û serweriya axa Iraqê bigre.
Dîmena awarebûna xelkê Şingalê, wêne: arşîv
Dîmena awarebûna xelkê Şingalê, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Neteweyên Yekbûyî êrîşên Tirkiyê yê ser Şingalê red kir û daxwaz kir ku Tirkiye rêz li rêkeftina Şingalê û serweriya axa Iraqê bigre.

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert di çarçoveya daxuyaniyekê de ragihand: “Em ji ber geşedanên metirsîdar ên Şingalê nîgeran in, ku bombebarana firokeyên Tirkiyê li Şingalê bûye sedema canjidestdana hejmarek welatiyên Êzidî.”

Jeanine Hennis-Plasschaert destnîşan kir: “Divê di dema kiryarên serbazî de rewşa welatiyan li ber çavan were girtin, çimkî ew dibin qurbaniyên yekem ên êrîşên bi vê cûreyê.”

Neteweyên Yekbûyî daxwaz dike ku demildest lêkolîn li ser bombebarana Şingalê were kirin, ku bûye sedema kuştin û birîndarkirina hejmarek welatiyan û diyar dike ku divê dawî bi van bûyeran were anîn, ku nişteciyên wê deverê bûye demek êş û jan dikşînin.

Herwiha ji aliyên pêwendîdar jî daxwaz dike ku berjewendiyên welatiyan li pêşiya hemû karên xwe deynin û nehêlin bûyerên wisa dubare bibin, ji ber ku aştî û seqamgîrî, du sedemên sereke ne ku dest bi avakirina Şingalê were kirin û nabe avakirina Şingalê bêhtir were paşxistin.

Neteweyên Yekbyî ji welatên cîran daxwaz dike ku rêz li serweriya hev bigrin û ji bo van mijaran, xwe bispêrin diyalogê.