Li Bexdayê 4 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin

Li bakurê Bexdayê di êrîşeke çekdarên DAIŞê de çar çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bakurê Bexdayê di êrîşeke çekdarên DAIŞê de çar çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir; şeva borî hejmarek çekdarên DAIŞê bi rêya nîşangir û bombeyên vedayî êrîş kirin ser Lîwaya 12 ya Heşda Şeibî li devera Tarmiye ya li bakurê Bexdayê û di encamê de 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 8 çekdar jî birîndar bûn, ser bi milîsên Tevgera Nuceba bûn û yek ji kuştiyan, cîgirê fermandarê fewcê ye.

Devera Tarmiye di demên borî de jî bi awayekî berdewam devereke germ a pevçûnên çekdarên DAIŞ û Heşda Şeibî bûye.

Ev di demekê de ye ku çekdarên DAIŞê li çend deverên Iraqê dest bi kiryarên xwe kirine, rayedarên ewlehî û serbazî yên hikûmeta Iraqê jî tekezî li ser wê yekê dikin ku divê têkoşîna li dijî DAIŞê were zêdekirin.