Idrîs Nasan: YPGê keça min a 15 salî revandiye

Bavê keçikê dibêje, YPGê keça wî ya 15 salî revandiye û banga azadkirina wê dike.
Fatime Idrîs Nasan
Fatime Idrîs Nasan

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajarokê Til Rifetê (YPG), ji roja 13ê Tebaxê ve keçeke Efrînê ya 15 salî bi armanca biçekkirina wê revandiye û bavê wê jî banga azadkirina wê dike.

Bavê keçikê, Idrîs Nasan girtevîdyoyek li tora civakî belav kir û tê de got, ew ji gundê Qujîma yê Efrînê ye, ji dema dagîrkirina Efrînê ve, li bajarokê Til Rifetê dimîne, lê hêzên çekdar ên li bajarokê Til Rifetê (YPG) keça wî ya 15 salî Fatime Nasan revandiye.

Îdrîs Nasan diyar dike, ew nexweş e, hejîna wî jî miriye, Fatime keça wî ya mezin e, ew kar dike û 4 birayên xwe yên biçûk xwedî dike.

Îdrîs Nasan dibêje: “Em çûn çem hevalan (YPG) û em li keça xwe pirsîn, lê ji ber ku ew  dizanin em belangaz in, wan guh neda me.”

Idrîs Nasan di girtevîdyoyê de bang li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk () Mezlûm Ebdî dike û jê daxwaz dike were pirsgirêkên Til Rifeta û Herêma Şehbayê çareser bike û keça wî jê re vegerîne.

Ji encama êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li ser herêma Efrînê di 20ê Çileya 2018an de, dora ji 350 hezar Efrînî derbider bûn, beşek ji wan jî li bajarokê Til Rifet, li kampên Şehbayê û gundên derdora wê bi cih bûne.

Bajarokê Til Rifetê û derdora wê, ji Sibata 2016an ve di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye û hin xalên hêzên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê lê hene.