Hêzên Pêşmerge bombeyeke çandî li Zînê Wertê pûç kir

Li gor lêkolînên destpêkê, ew bombe ji aliyê PKKê ve hatiye danîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Beşa Endezyariya Leşkerî ya Wezareta Pêşmerge bombeyeke çandî li sînorê Zînê Wertê pûç kir. Li gor lêkolînên destpêkê, ew bombe ji aliyê PKKê ve hatiye danîn.

Wezareta Pêşmerge şeva borî di daxuyaniyekê de ragihand, Beşa Endezyariya Leşkerî ya Hêza Pêştevaniyê Yek a Wezareta Pêşmerge li sînoro erkê Lîwaya 7 a Piyade ya Wezareta Pêşmerge li Zînê Wertê, karî bombeyeke TNT pûç bike.

Da zanîn jî, TNT di deboyeke 25 lîtreyî de hat hatibû danîn û 29 metro fitîl pê ve bû û ji bo teqînandinê hatibû amadekirin.  

Wezareta Pêşmerge destnîşan kir, li gor lêkolînên destpêkê, hemû nîşan bi wê arasteyê ve diçin ku ew bombe ji aliyê PKKê ve hatiye danîn.