“Rûsya bi Tirkiyê re rêkeftineke nû ya sîstema S-400 îmze dike”

Aleksandr Miheyev da xuyakirin, hevdîtinên wan gihiştine qonaxa dawî û di demeke kurt de ew ê rêkeftinê îmze bikin.
Mûşekên S-400
Mûşekên S-400

Navenda Nûçeyan (K24) – Rûsya bi Tirkiyê re rêkeftineke nû ya sîstema berevaniya asmanî (mûşekên S-400) îmze dike.

Rêveberê Giştî ye Kompaniya Hinardeya Leşkerî ya Rûsyayê Rosoboron Export Aleksandr Miheyev da xuyakirin, di demeke nêzîk de bo veguhestina karwaneke din ya sîstemên S-400, bi Tirkiyeyê re rêkeftinek îmze bikin.

Aleksandr Miheyev da xuyakirin, hevdîtinên wan gihiştine qonaxa dawî û di demeke kurt de ew ê rêkeftinê îmze bikin.

Kirîna Tirkiyê ya mûşekên S-400an ji Rûsyayê, di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bûbû cihê rageşiyên mezin û Amerîka dorpêç danîbû li ser Tirkiyê, bi fermî Tirkiye ji bernameya çêkirin û firotina firokeyên F-35 derxistibû.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Need Price jî berî demekê ragihandibû: “Me ti peyamek li ser razîbûna Amerîkayê ji bo hebûna S-400an li ser axa Tirkiyê, nedaye Enqerê.”

Price eşkere kiribû: “S-400 li ser asayîşa teknolojiya NATOyê gef e û berevajî pabendiyên Tirkiyê bi NATOyê ye.”