Li Ezazê 7 kes di teqînekê de birîndar bûn

Li bajarê Ezazê yê li bakurê Helebê, 7 kes di encama teqîna otomobîleke bombekirî de birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Ezazê yê li bakurê Helebê, 7 kes di encama teqîna otomobîleke bombekirî de birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li nava bajarê Ezazê bombeyek bi barhilgirekê de teqiya û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Bajarê Ezazê 20 k.m li rojhilatê Efrînê dikeve û di destê grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike de ye.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav roja 19ê Tebaxê jî bombeyek bi otomobîlekê de teqiya û di encamê de mêr û jinekê birîndar bûbûn.