Talîban: 31ê Tebaxê xeta me ya sor e

Berdevkê Tevgera Talîbanê Suheyl Şahîn diyar kir; roja 31ê Tebaxê xeta wan a sor e, ku Amerîkayê beriya niha ragihandibû roja herî dawî ya vekişîna artêşa Amerîkayê ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Tevgera Talîbanê Suheyl Şahîn diyar kir; roja 31ê Tebaxê xeta wan a sor e, ku Amerîkayê beriya niha ragihandibû roja herî dawî ya vekişîna artêşa Amerîkayê ye.

Suhyl Şahîn bi bîr anî ku Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihandiye, serbazên artêşa Amerîkayê dê di roja 31ê Tebaxê de ji Efxanistanê vekişin. Şahîn diyar kir ku dirêjkirina pêvajoya vekişandina serbazan, tê wateya dirêjkirina dema dagirkirina Efxanistanê jî.

Joe Biden ragihand ku ji roja 14ê Tebaxê ve ji Efxanistanê 28 hezar kes hatine veguhestin, herwiha eşkere kir ku ew ê binirxînin gelo dê piştî 31ê Tebaxê jî vekişîn bidome an na.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson sibe dê beşdarî Lûtkeya G7 ku dê bi rêya vîdeo konferansê were lidarxistin, bibe. Tê çaverêkirin ku Boris Johnson bang li Serokê Amerîkayê Joe Biden bike ku dema vekişandina serbazên Amerîkayê yên li Efxanistanê mane, paş bixe.

Brîtanya ji 13ê Tebaxê ve 5 hezar û 725 kes ji Efxanistanê veguhestine. Li Efxanistanê ji bo karên veguhestinê, zêdetirî hezar serbazên Brîtanyayê hene.