Ji Îranê daxuyaniya naskirina desthilata Talîbanê: Niha zû ye!

Îranê derbarê pênasekirina Tevgera Talîbanê ya ku dest danîye ser deshilata Efxanistanê de, yekem daxuyaniya li ser pênasekirina rejîma Talîbanê da.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade

Navenda Nûçeyan (K24) - Îranê derbarê pênasekirina Tevgera Talîbanê ya ku dest danîye ser deshilata Efxanistanê de, yekem daxuyaniya li ser pênasekirina rejîma Talîbanê da.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade li ser rewşa nû ya Efxanistanê diyar kir; danûstandina wan ligel hemû aliyên Efxanistanê heye û geşedanan ji nêz ve dişopînin.

Seîd Xetîbzade li ser pirsa pênasekirina deshilata Talîbanê jî eşkere kir: "Em niha di wê qonaxê de ne. Niha biryardana ser hikûmeta nû ya Efxanistanê pir zû ye. Ji bo me tiştê sereke ew e hikûmeteke berfireh a diyalogê ligel hemû aliyên efxanî bike, were ava kirin.”