Li Amerîkayê lehî rabû: 22 kes mirin

Li bajarê Nashville ku gelek Kurd lê dijîn, lehî rabû.
Nashville, wêne: Reuters
Nashville, wêne: Reuters

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Nashville yê eyaleta Tennesseeya Amerîkayê ku gelek Kurd lê dijîn û jê re wek “Kurdistana Biçûk” jî tê gotin lehî rabû, li gorî berpirsan herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî winda bûne. Herwiha ji ber lehiye bi sedan mal ziyaneke mezin dîtine.

Rayedarên eyaleta Tennesseeyê ragihandin ku rêyên bajarokê Waverlyê ji ber lehiyê hatine girtin û li heremên Hickman, Houston, Humphreysê elektrîk hatiye birîn û mal bi mal digerin da ku ziyana lehiyê bizanin.

Waliyê eyaletê Bill Lee serdana bajarokê Waverlyê cihê ku herî zêde kes jiyana xwe ji dest dane kir û got “Windahiyên madî û manewî pir bi êş in. Dilê me bi hemû mirovên Tenneessee yên ku birîndar bûne re ye”

Herwiha li gorî raghandina  polîsê Tennesseeyê, hejmarek zarok  jî di nav wan kesan de ne, ku ji ber lehiyê canê xwe ji dest dane.

Li bajarokê Humphreys, roja şemiyê di nava 24 demjimêran de 43 cm baran bariya. Ev barana herî zêde ye ku di rojekê de li Tennessee bariyaye.

Li çend beşên eyaleta New Yorkê jî, ji ber barana zêde lehî rabû. Berpirsên bajarê New Yorkê dibêjin, tîmên hawarçûnê, nêzîkî 100 kesan ji lehiyê rizgar kirin ku 86 kes ji wan di nav otomobîlan da asê mabûn.

Waliyê New Yorkê Andrew Cuomo got ew ji ber îhtîmala lehiyê li herêmên geliyê çemê Hudson û Çiyayên Catskill bi fikar e.