Nivîsgeha PDK-Sê li bajarokê Amûdê hat şewitandin

Baregeha Rêxistina Amûde ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) hat şewitandin.
Baregeha PDK-Sê li Amûdê
Baregeha PDK-Sê li Amûdê

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha Rêxistina Amûde ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) hat şewitandin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Rêxistina Amûdê ya PDK-Sê di daxuyaniyekê de belav kir, îro demjimêr 1:00 (piştî nîvê şevê) baregeha Rêxistina Amûde ya PDK-Sê rastî êrîşekê hat, kelûpelên di hundirê wê de hatin şikandin û piştre jî hate şewitandin.

Di daxuyaniyê de hat got, agir bi hevkariya cîranan û hin endamên PDK-Sê ve hate vemirandin.

Di çend salên borî de, gelek caran nivîsgehên PDK-Sê û ENKSê li Rojavayê Kurdistanê hatibûn şewitandin û berpirsên PDK-Sê û ENKSê jî, rêxistinên ser bi PYDê ve û bi taybet Tevgera Ciwanên Şoreşger bi wan êrîşan tometbar dikin.

Baregeha PDK-Sê li Amûdê
Baregeha PDK-Sê li Amûdê
Baregeha PDK-Sê li Amûdê
Baregeha PDK-Sê li Amûdê
Baregeha PDK-Sê li Amûdê
Baregeha PDK-Sê li Amûdê