Devera Pênciwînê tê bombebarankirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên bêfirokvan îro danê sibê gundên devera Pênciwînê li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirin.
Peyamnêrê K24ê li wê herêmê da zanîn, îro danê sibê firokeyên bêfirokvan gundên devera Pênciwînê bombebaran kir û heta niha nayê zanîn ew firoke ser bi çi welat a aliyekî ve ne.
Di vê derbarê de Qaymeqamê Pênciwînê Zana Ebdulrehman ji K24ê re ragihand, îro demjimêr 06:00 çend firokeyên bêfirokvan gundên Kanî Mîran, Humeresênan û Wirya Awa yên ser bi Pênciwînê ve bombebaran kirin.
Qaymeqamê Pênciwînê got jî: “Xweşbextane di êrîşê de ti ziyanên canî nebûne, lê bombebaranê tirs û hov xiste dilê xelkê deverê, ji ber ku cihê hatiye bombebarankirin, zevî û ajel lê hene û cihê kar û kasibiya gundiyan e.”
Destnîşan kir jî: “Ti baregehên hêzên çekdarî li devera me tune ne. Nizanin armanc ji vê bombebaranê çi ye.”