4 lîwayên yekîneyên 70 û 80 ên tevlî Wezareta Pêşmerge bûn

Rêkxistina karûbarên hêzên li derveyî peykerbendiya Wezareta Pêşmerge berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekxistina hêzan, yek ji hewlên berdewam ên Wezareta Pêşmerge ye, di vê çarçoveyê de jî bi nivîseke fermi, 4 lîwayên yekîneyên 70 û 80 tevlî Wezareta Pêşmerge bûn.

Rêveberê Plandanan û Yekxistina Mîlakan di Wezareta Pêşmerge de Lîwa Rukin Karzan Mewlûd ji K24ê re ragihand: “Niha kar ji bo rêkxistina mîlakên hêzên Pêşmerge dikin. Heta niha rêkxistin ji bo 14 lîwayan hatiye kirin. Herwiha 4 lîwayên din ên yekîneyên 70 û 80 bi nivîseke fermî bi ser Wezareta Pêşmerge ve hatin xistin.”

Rêkxistina karûbarên hêzên li derveyî peykerbendiya Wezareta Pêşmerge berdewam e û hewleke cidî ji aliyê hêzên siyasî, fermandarên lîwayan û Wezareta Pêşmerge ve heye, ta ku ev hêzê bêne yekxistin.

Di vê derbarê de, endamê Kîmeteya Pêşmerge di Parlamentoya Kurdistanê de Bapîr Kamela got: “Ev babet bûye erkekî niştimanî ya hemû aliyan. Hêvîdar in hemû hêzên ku xwedî Pêşmerge ne, di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de bêne yekxistin, ji bo karîna Pêşmerge di rûbirûbûna her egerekî de xurtir bibe.”