Li Îranê di rojekê de 709 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Di 24 demjimêrên borî de 40 hezar û 623 kes jî bi vîrusa Koronayê ketine.
Îran
Îran

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di rojekê de herî kêm 709 kesan bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 40 hezar kes jî pê ketin.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 40 hezar û 623 kes bi Koronayê ketine.

Wezaretê herwiha da zanîn; ji duh ve 709 kes bi Koronayê mirine ku ev rêje bilindtirîn rêjeya mirina bi Koronayê ye ku heta niha li Îranê hatiye tomarkirin.

Li Îranê bi giştî heta niha 103 hezar û 357 kes bi Koronayê mirine û nêzîkî 4 milyon û 800 hezar kes bi Koronayê ketine û nêzîkî 4 milyon pêketî jî baş bûne.