PDK-S: Em êrîşa li dijî ofîsa partiya me şermezar dikin

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) şewitandina ofîsa PDK-S ya li bajarê Amûdê şermezar kir.

Hewlêr (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) şewitandina ofîsa PDK-S ya li bajarê Amûdê şermezar kir û ragihand ku alîgirên PYDê berpirsê vê kiryarê ne.

PDK-Sê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û komên çekdar ên ser bi wê ve bi navên xwe yên cuda cuda, li dijî kadro û alîgir û ofîsên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) kiryarên xwe yên terorî didomînin.”

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Duh 23ê Tebaxa 2021ê nîvê şevê li ofîsa partiya me ya li bajarê Amûdê, bi molotofan hewla şewidandina ofîsê hate dayîn.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) diyar dike: “Bêguman armanca kiryarên bi vî rengî yên dijminane yên li dijî civaka me û kiryarên beriya niha yên terorî, ji bo belavkirina tirsê ye li nav civaka Kurd, da ku desthilata xwe bi ser civakê de ferz bikin, ku rewş û şert û mercên gelê me di vê qonaxa hestyar de li ber çavan nagirin û ev kiryar ji bo wê ye ku têkçûna xwe ya siyasî û îdarî û ewlehî binixumînin.”

Herwiha hat eşkerekirin: “Em kiryarên bi vî rengî yên tirsandinê şermezar dikin û tekez dikin ku kiryarên wisa, me û ENKSê ji têkoşîna ji bo gelê me û pirsa netewî dûr naxe.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Armanckirina PDK-S û ENKSê, armanckirina têkoşîna netewa Kurd e ku ji bo gelê xwe têdikoşe.”