Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Mîrê Dewleta Kuweytê Şêx Newaf El Ehmed El Cabir El Subah kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Mîrê Dewleta Kuweytê Şêx Newaf El Ehmed El Cabir El Subah kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro sêşemê 24ê Tebaxa 2021ê, ji ber koça dawî ya Bedriye El Ehmed El Cabir El Subah, xwişka Mîrê Dewleta Kuweytê peyameke sersaxiyê arasteyî Şêx Newaf El Ehmed El Cabir El Subah kir.

Di peyama xwe de Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ji bo Mîrê Kuweytê û malbata wî nîşan da û hêviya xwe anî ziman ku Xwedayê mezin rehmetî bi bihuşta xwe şad bike û sebr û aram bide malbat û kesûkarên wî.