Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo bîranîna Enfala Behdînan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 33emîn salvegera proseya Enfala Behdînanê de peyamek belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 33emîn salvegera proseya Enfala Behdînanê de peyamek belav kir û tê de ragihand, “Tawankar di berdewamiya wan êrîşan de, gelek bi dirindeyî di tawaneke bêhevta de, ji Germiyanê heta gundewarên dawî yên Behdînanê (182) hezar welatiyên Kurdistanê ber bi çol û biyabanên mirinê li Başûrê Iraqê rakêş kirin.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di bîranîna Enfala Behdînanê de:

Îro bîranîna 33 saliya Enfala Behdînan dikîn û bi rêz û rûmetê ve şehîdan bi bîr tînîn ku li helmetên 25ê Tebaxê heta 6ê Eylûla 1988 û li dawiya qonaxa enfalan da, bi pênç fîrqeyên serbaziyên Iraqê beramber xelkê sivîlê Behdînan encamdan.

Tawankar li berdewamiya wan êrîşan da, gelek bi dirindeyî li tawaneke bêhevta da ji Germiyanê heta gundewarên dawî yên Behdînanê (182) hezar welatiyên Kurdistanê ber bi çol û biyabanên mirinê li Başûrê Iraqê rakêş kirin û wekî ku çawa li Behdînanê kirin, bi bê cûdahî, mizgeft û dêr û mal û xanî û rez û baxên hemû pêkhatên navçeyê û xweza û sirûşt û jîngeha Kurdistanê pêkve rûxandin û şewitandin.

Enfala Behdînan û ew hemû tawanên beramber bi gelê Kurdistanê hatine encam dan, xem û birînên herdem vekirîne, tu demekê ji bîr naçin û nîşana sîtemlêkiriyê geleke aştîxwazin ku tenê daxwaza jiyan û azadî û mafê xwe kirine. Ev bîranîn û dîroka pir bi karesat û êş ya gelê Kurdistanê, wekî herdem ji bo gihîştina bi xewn û hêviyên wî bihêztir û mikurtir dike.

Bîranîna şehîdan û ked û qurbaniyên gelê Kurdistanê me han dide ku ji bo derbaskirina dijwariyên niha û bi navê paşerojeke baştir da ji bo hemû pêkhatên Kurdistanê, yekrêzî û tebayî û pêkveyî ya xwe bihêztir bikîn. Li vê bîranînê de tekez dikîn ku Hikûmeta Federaliya Iraqê divê biryarên Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê ji bo qerebukirina qurbaniyan bi cîh bike, li Herêma Kurdistanê jî xizmetên zêdetir bi kesukarên şehîdan û enfalkiriyan bêkirin.

Divê karê ciddî ji bo dokumentkirina tawanan û nasandina wan ya bi jenosayd li ser asta navdewletî bêkirin û hemû hewlek bê dayîn ku rê li dûbarebûna tawankarên wiha li hemû cîheke cîhanê bêgirtin û mirovayetî tu demekê tawanên wiha nebîne.

Spas û rêz û pêzanîn ji bo xelkê camêrê Hewlêr û Behirkê ku bi hana lêqewimiyên Enfala Behdînan ve hatin, yarmetiya wan dan û himbêza xwe ya dilovaniyê ji bo wan vekirin. Bîranîna şehîdên enfalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê herdem bi xêr û silav û rûmet li giyanê wan yê pak bê.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25.08.2021