Ji 17 wezîrên Îbrahîm Reîsî du wezîr Kurd in

Biryar e roja pêncşemê yekem civîna kabîneya nû ya Îbrahîm Reîsî birêve biçe.

Hewlêr (K24) – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî kabîneya xwe ya hikûmetê pêk anî û di nav 17 wezîran de 2 wezîr Kurd in.

Ji bo wergirtina baweriyê ji bo wezîrên pêşniyarkirî, karekî dijwar li ber Îbrahîm Reîsî nebû, piraniya parlamenteran nêzîkî wî ne, ji ber vê yekê ji hemû wezîrên pêşniyarkirî tenê Wezîrê Perwerdehiyê bawerî wernegirt û 16 namzetên din bi dengên parlamenteran bûn wezîr, Reîsî ragihand; êdî kabîneya hikûmetê û parlamento bi hev re kar bikin.

Ji 17 wezîrên Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, 2 wezîr Kurd in û li parlamentoyê bawerî wergirtin. Hucetullah Ebdulmelekî xelkê bajarê Qurwe yê parêzgeha Sine weke Wezîrê Kar û Xweşdebara Civakî û Îsa Zarpûr weke Wezîrê Pêwendiyan hatin diyarkirin, ku ew ji xelkê parêzgeha Kirmaşanê ye.

Îbrahîm Reîsî ragihand: “Em bi cidî ji bo zindîkirina rêkeftina atomî û rakirina dorpêçan dixebitin, lê tevî vê yekê em pêşketina welat bi rakirina dorpêçan ve girênadin. Karê me yê pêşî pêwendiyên dostane ye ligel welatên cîran û em girîngî didin dîplomasiya aboriyê.”

Biryar e roja pêncşemê yekem civîna kabîneya nû ya Îbrahîm Reîsî birêve biçe.