Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 8 kes revandin

Di nava kesên hatine revandin de, jin û zarok jî hene.

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 8 kesên sivîl revandin, di nava wan de jin û zarok jî hene.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, grûpa Polîsa Leşkerî pêr roja 24ê Tebaxê du jin û mêran revandin, bêyî ku sedema revandina wan were zanîn.

Rewangehê ragihand jî, grûpa Feyleq El-Şam jî roja 23ê Tebaxê 4 welatî ji gundê Meydan Ekbes yê ser bi navçeya Raco ve revandin, di nava wan de zarokên di bin 18 saliyê de hebûn ku bi tometa girtina vîdyoyan û şandina wan ji merivên xwe re, hatine tometbarkirin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de û li gor amarên çalakvanan, zêdetir ji 7 hezar Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji revandina welatiyan ew e, rewşeke gelekî xirap û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û proseya guhartina demokgrafî bi cih bikin.