Malbata Sîncar: Mehmet Sîncar ji ber ku Kurd bû hat kuştin

Derbarê Doza Kuştina Parlementerê Partiya Demokrasiyê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar de li Diyarbekirê civînek çapemeniyê hat li darxistin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê ji aliyê malbat û parêzerên Mehmet Sîncarê ve ku dema parlementerê Mêrdînê bû di sala 1993yan de hatibû kuştin civînek çapemeniyê hat li darxistin û hat amajekirin ji ber ku Mehmet Sîncar Kurd bû hat kuştin û ji ber ku Kurd bû doza wî nayê ronîkirin û tawanbar bêsiza dimînin.

Derbarê Doza Kuştina Parlementerê Partiya Demokrasiyê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar de li Diyarbekirê li Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekir civînek çapemeniyê hat li darxistin. Di civînê de hate amajekirin ku 28 sal in doza kuştina Mehmet Sîncar nehatiye ronîkirin û pêvajo ji ciddiyete dûr li ser mijulkirinê dimeşe ku tevî gelek belge û delîlan hîn jî doz nehatiye ronîkirin. Parmenetera HDPê ya Sêrtê û Hiquqnas Meral daniş Beştaş anî zimên ku dewlet kuştina Kurdan wek bûyereke normal dibîne û ji ber vê yekê jî kujer bêsiza dimînin û bûyer di tarîtîyê de dimînin.

Parlementera HDPê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş ji K24ê re got: “Bila kujerên Kurdan neyên sizadan. Hemu armanca wan ev e. Vîna peydakirina kujeran tinne ye. Di 6ê Îlona 2023yan de dê 30 sal ji ser dozê derbas bibe û heta wê demê kujer peyda nebin dê doz were girtin. Armanc jî ev e. Gelek belge hene, di arşîvên meclîsê de belgeyên komisyona lêkolîna dosyayên kiyar nediyar hene. Ev gelek girîng in lê berçav nayên girtin. Kesek hatibû girtin bi sizayê heta hetayî hatibû sizadan. Lê paşê serbest hate berdan.”

Di civîna çapemeniyê de malbata Mehmet Sîncar jî cih girt û hevjîna Mehmet Sîncar Cîhan Sîncar anî zimên ku 28 sal in ew tekoşîna ronîkirina doza Mehmet Sîncar didin û dê dev ji dozê bernedin û bang kir ku bila kujer bizanibin dê malbata Mehmet sîncar dest ji welat, ziman û neteweya xwe bernede.

Hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar got: “Bi hezaran salan e milletê Kurd li ber xwe dide û çiqas bedelê wê giran be jî heta maf û hiquqê xwe bi dest bixe dê ber xwe bide. Can jî lazim be dê can bidin. Fedakarî jî lazim be dê bikin. Mal û hefs çil azim be dê bidin. Milletek fedakar e. Şertên herî zehmet de ber xwe daye. Milletê herî kevin ê Mezopotamya ye. Lê ser axa xwe buye wek mêhvan. Tedariya herî mezin jî ew dibînin. Ji ber wê divê kesên bêjin welatê me Kurdistan e û zimanê me Kurdî ye divê ber xwe bide.”

Mehmet Sîncarê ku Parlementerê Partiya Demokrasî yê Mêrdînê bû di 4ê Îlona 1993yan de li Batmanê dema ku çûbû lêkolîna kuştinên kiryar nediyar bike di encama êrîşek çekdarî de hatibû kuştin, Her çiqas wek kiriyar endamek ê rêxistina Hizbullahê hatibû girtin jî ev kes paşê serbest hate berdan û di 6ê Îlonê de jî doz li Diyarbekirê dê were dîtin.