DAIŞ gefê li Balafirgeha Kabulê dixwe

Wezîrê Ragihandinê yê hikûmeta Talîbanê Zebîhullah Mucahid ragihand; dema vekişîna artêşa Amerîkayê ji Efxanistanê diyarkirî ye û dema vekişînê nayê dirêjkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Ragihandinê yê hikûmeta Talîbanê Zebîhullah Mucahid ragihand; dema vekişîna artêşa Amerîkayê ji Efxanistanê diyarkirî ye û dema vekişînê nayê dirêjkirin.

Zebîhullah Mucahid ji nûçegihanê RT yê li Kabulê Xalid El Cibûrî re ragihandiye; dema vekişînê ji bo serbazên Amerîka û biyanî diyarkirî ye û nayê dirêjkirin, loma divê Amerîka demildest ji Efxanistanê vekişe, çimkî bûne çavkaniya kêşe û pirsgirêkan.

Mucahid eşkere kiriye ku ji aliyê rêxistina DAIŞê ve gef li ser Balafirgeha Kabulê hatiye xwarin, loma divê karê vekişînê were bilezkirin.

Herwiha destnîşan kiriye ku hemû hewl û xebatên xwe dikin, da ku ji cîhanê re nîşan bidin ku Talîban weke welatên Ewropî behsa wî dikin, nîne.

Zebîhullah Mucahid diyar dike ku Talîban hewl dide pêwendiyên baş ên dîplomatîk ligel welatên rojava çêbike, naxwaze ber bi parzemîna Asyaya Navîn berfireh bibe, loma ew ji civaka navdewletî daxwaz dikin ku piştgiriya tevgerê bikin.

Mucahid dibêje ku Serokê berê yê Efxanistanê Eşref Xenî karên xirab kirine ji bo têkbirina rewşa aboriya welat, loma Tevgera Talîbanê niha ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan dixebite.