Fuad Husên: Rewşa Iraqê ji ya Efxanistanê cuda ye

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên diyar kir: “Ti tevgereke weke Talîbanê li Iraqê tune ye û hejmara serbazên hêzên Amerîkayê jî li Iraqê kêm e.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên diyar kir; rewşa Iraqê ji ya Efxanistanê cuda ye û got: “Ti tevgereke weke Talîbanê li Iraqê tune ye û hejmara serbazên hêzên Amerîkayê jî li Iraqê kêm e.”

Fuad Husên ji kanala Rûsya El Yewm re ragihand: “Berawirdkirina navbera hejmara serbazên Amerîkayê li Iraqê û Efxanistanê gelek şaşî tê de hene, yek ji wan; hêzên Amerîkayê li Iraqê ji wan hêzên li Efxanistanê kêmtir e û nabe hikûmeta Iraqê jî ligel hikûmeta Efxanistanê were berawirdkirin, heta nabe hêzên Iraq û Efxanistanê jî berawird bikin.”

Ev di demekê de ye ku vê êvarê du teqînên bihêz li pey hev li Balafirgeha Kabulê qewimin. Li gor medyayên Efxanistan û Rûsyayê di teqînan de zêdetirî 40 kes hatin kuştin û bêhtirî 100 kes jî birîndar bûn. Tê pêşbînîkirin ku ev hejmar di demên bê de zêde jî bibe.