DAIŞê berpirsyariya teqînên li Kabulê girte ser xwe

Rêxistina DAIŞê berpirsyariya teqînên xwekujî yên li Kabula paytexta Efxanistanê girte ser xwe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina DAIŞê berpirsyariya teqînên xwekujî yên li Kabula paytexta Efxanistanê girte ser xwe.

Li ser tora civakî ya Telegramê, bi rêya kanala xwe, rêxistina DAIŞê ragihand: “Tiştê îro li Balafirgeha Kabulê qewimî, me kir.”

Vê êvarê li Balafirgeha Kabulê teqîneke xwekujî hat encamdan.

Di encama teqînê de bi dehan welatiyên sivîl ên Efxanî, ku beşek ji wan zarok û jin bûn, jiyana xwe ji dest dan û ajansên nûçeyan behsa kuştina zêdetirî 60 kesan û birîndarbûna bêhtirî 100 welatiyan dikin.