Amarên qurbaniyên teqîna li Balafirgeha Kabulê

Zêdetirî 60 welatiyên sivîl ku beşek ji wan zarok û jin in û 12 serbazên Amerîkayê hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor ajansên nûçeyan, li teqînên îro yên li Balafirgeha Kabulê zêdetirî 60 welatiyên sivîl ku beşek ji wan zarok û jin in û 12 serbazên Amerîkayê hatine kuştin. Herwiha zêdetirî 120 kes jî birîndar bûne.

Heta niha bi fermî amarên qurbaniyên teqîna terorîstî nehatine ragihandin.

Hat diyarkirin ku birîndar bo nexweşxaneyên Kabulê hatine veguhestin û teqînên li Balafirgeha Kabulê li ser asta cîhanê bertekên cuda li pey xwe anîn.

Di vê çarçoveyê de Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson sersaxî da kesûkarên qurbaniyan û teqînên li balafirgehê weke terorîstî û hovane bi nav kir.