Biden: Em ê bersiva êrîşên ser Balafirgeha Kabulê bidin

Serokê Amerîkayê Joe Biden destnîşan kir ku pêşbîniyên îstixbarata Amerîkayê rast derketin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden destnîşan kir ku pêşbîniyên îstixbarata Amerîkayê rast derketin, ku êrîşeke terorîstî ji aliyê DAIŞê ve bi ser Balafirgeha Kabulê de were kirin, herwiha ragihand ku ew ê berpirsên wê teqînê ceza bikin.

Joe Biden ragihand; rênimayên pêwîst ji Pentagonê re hatine dayîn, da ku planeke guncaw ji bo êrîşkirina ser serkirdeyên DAIŞê û kesên ku ji teqîna Balafirgeha Kabulê berpirs in, were danîn.

Biden diyar kir ku di dem û cihê diyarkirî û guncaw de bersiveke tund dê were dayîn.

Serokê Amerîkayê eşkere kir ku wîlayeta Xorasan a DAIŞê plana teqîna Balafirgeha Kabulê daniye, loma ew ê biryareke serbazî ya tund derbixe, da ku artêşa Amerîkayê karê xwe pêk bînin.

Herwiha destnîşan kir ku biryara vekişîna ji Efxanistanê xelet nîne û ji bo berjewendiya Tevgera Talîbanê ye ku hêzên Amerîkayê di dema diyarkirî de vekişin.

Joe Biden eşkere kir: “Ti belgeyek di destê me de tune ye ku hemahengiyek di navbera Talîban û DAIŞê ya li wîlayeya Xorasanê de hebe.”