Ala Amerîkayê hate daxistin

Sekretera Ragihandinê ya Koşka Spî Jen Psaki ragihand; ji bo rêzgirtina li giyanê serbazên ku duh li Balafirgeha Kabulê hatin kuştin, ala Amerîkayê li her derê tê daxistin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekretera Ragihandinê ya Koşka Spî Jen Psaki ragihand; ji bo rêzgirtina li giyanê serbazên ku duh li Balafirgeha Kabulê hatin kuştin, ala Amerîkayê li her derê tê daxistin.

Jen Psaki eşkere kir: “Heta 5 rojan li ser Koşka Spî û hemû avahiyên hikûmet û serbazgeh û pêgehên ewlehiyê yên li navxwe û derve, ala Amerîkayê tê daxistin.”

Psaki ragihand; ala dê nizm bibe heta roja duşema bê.

Duh li Balafirgeha Kabulê ya Efxanistanê xwekujekî DAIŞê xwe teqand û di encama bûyerê de zêdetirî 90 welatiyên Efxanî jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 120 kes jî birîndar bûn. Di nav kuştiyan de hejmarek ji çekdarên Talîbanê û 13 serbazên Amerîkî jî hene.