Opozîsyon: Tirkiye bûye kogeha penaberan

Li Tirkiyê di navbera deshilat û muxalefetê de nîqaşa li ser penaberên Efxanî gur dibe.
Penaberên Efxanî
Penaberên Efxanî

Enqere (K24) - Li Tirkiyê di navbera deshilat û muxalefetê de nîqaşa li ser penaberên Efxanî gur dibe. Deshilat muxalefetê ji ber bikaranîna zimanê dijminane ya dijî penaberan sucdar dike, muxalefet jî dibêje polîtîkaya deshilatê ya têkçûyî Tirkiye kiriye embara penaber û rawestgeha rêxistinên cîhadîst. Rêxistinên penaberan jî ji ber van nîqaşan dilgiran in û radigihînin ku ev nîqaş tenê kêrî polîtîkayên popîlîst û faşizan tê.

Di demekê de ye ku rêxistina Talîbanê ji bo Efxanistanê rêveberiyeke nû ya li gorî rêbazên Îslamî ava dike mijara koçber û penaberên Efxanî jî di rojevê de ye. Taybetî jî di navbera deshilata û muxalefeta Tirkiyê de ev mijara bûye sedema zêdebûna nîqaşan.

Di vê mijarê de berdewvê partiya deshilatdar AK Partî Omer Çelîk diyar dike ku ew bi hemû aliyan re di nava pêwendiyan de ne ku kêşeyê çareser bikin û zimanê opozîsyonê ku dij penaberan bikartîne jî faşizan û dijminane dibînin.

Parlementerê partiya muxalefeta sereke CHPê Yildirim Kaya jî dide zanîn ku ev ne dijî hatina penaberan in ev dijî polîtîkaya deshilatê ya têkçûyî ne û metirsiya wan ew e ku endamên rêxistinên terorîst jî di nava van penaberan de tên Tirkiye.

Yildirim Kaya ji K24ê re diyar kir: “Penaber û gelê Tirkiyê dilnerihet in. Ji ber ku prose baş nayê birêvebirin. CHP ne dijî penaberan e, dijî polîtîkaya deshilatê ya têkçûyî ya xelet e ku Tirkiye kiriye embara penaberan. Metirsiya me ew e ku di nava van penaberan de endamên rêxistinên terorî yên wek DAIŞ û El Qaîde jî hene û ev ji bo Tirkiyê gefeke mezin e. Di nava van penaberan de cîhadîstên ku li Efrînê şer kirine hene û weke hêzeke amade car li Efrînê ne car li Efxanîstanê. Nerazîbûna me ew e ku pêşiya wan terorîstan nayê girtin.”

Rêxistinên penaberan jî ji ber rikeberiya navbera deshilat û muxalefatê de dilgiranin û dibêjin, ev nîqaşên li ser agahiyên bêbibngeh tên kirin tenê xizmeta polîtîkayên popîlîst û faşizan dike.

Serokê Lijneya Mafê Penaberan ya Baroya Wanê Mahmut Kaçan diyar kir: “Ji aliyê partiya muxalefeta sereke û partiya deshilatê ve li dijî penaberan daxuyanî û nîqaşên ji rastiyan dûr û bêbêngeh tên kirin. Temamî bi gotinên popîlîst dijî penaberan daxuyanî tên dayîn. Muxalefet bi daxuyaniyên xwe ji polîtîkayên deshilatê xirabtir polîtîkayekê dimeşîne. Deshilat jî polîtîkayeke gorî rêgezên navdewletî bo penaberan pêk naîne. Ji ber vê çendê nîqaşên her du aliyan jî tenê xizmeta polîtîkayêm popîlîst û faşizan dike. Ev yek jî li pêşiya jiyana penaberan astenhiyeke mezin e.”

Herwiha muxalefeta Tirkiyê dibêje dema ku ew hatin deshilatê di nava du salan de ew ê hemû penaberan vegerînin welatên wan. Beramberî vê yekê jî dehilata vî welatî di serî de bi Yekitiya Ewropa, Almanya, Yewnanistan, Rûsya û Amerîkayê re hevdîtinan pêk tîne ku ji bo mijara penaberên Efxanî çareseriyekê peyda bikin.