Li Efrînê welatiyekî 23 salî di teqîna mayînekê de canê xwe ji dest da

Ciwanekî gundê Beradê yê navçeya Şêrawayê ya herêma Efrînê, di encama teqîna mayînekê de, li gundê Kalûtê canê xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan (K24) - Ciwanekî gundê Beradê yê navçeya Şêrawayê ya herêma Efrînê, di encama teqîna mayînekê de, li gundê Kalûtê canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyên çalakvanên Efrînê, welatiyê bi navê Elî Mihemed Hemreşo yê 23 salî piştî teqîna mayînê, ji ber ku birîna wî giran bû, li navenda Heyva Sor a Kurdî ya li gundê Burc Qas ê Şêrawayê jiyana xwe ji dest da.

Elî Mihemed Hemreşo ji gundê Beradê ye. Piştî ku ji aliyê hêzên Tirkiyê ve ji gundê xwe hat koçberkirin, berê xwe da Beradê û li wir jiya.