Macron li Bexdayê ye

Biryar e jî Serokê Fransa sibe serdana Hewlêrê bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi serdaneke fermî gihîşte Iraqê û li Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de pêşwazî lê hate kirin. Biryar e jî Macron sibe serdana Hewlêrê bike.

Bi armanca beşdarîkirina di civînên Lûtkeya Herêmî ya Bexdayê de ku ji bo piştevaniya li armaniya Iraq û navçeyê li dar dike, Serokê Fransayê Emmanuel Macron derengê îro berbangê gihîşt Bexdayê.

Biryar e jî Macron serdana Herêma Kurdistanê bike û ligel Serok Barzanî bicive û piştre jî serdana Mûsilê bike.

Lûtkeya Bexdayê ya ji bo Hevahengî û Hevbeşî, îro bi beşdariya serkirde û berpirsên 9 welatên cîran û herêmê, nûnerên Yekîtiya Ewropayê, Netewên Yekgirtî, Komkara Erebî û Encûmena Hevkarî ya Kendavê dest pê bike. Ji bo vê yekê jî rêkarên ewlehiyê yên tund li Bexdayê hatine girtin.