Iraq çi ji lûtkeya Bexdayê dixwaze?

Lûtkeya Bexdayê îro 28ê Tebaxê bi beşdariya hejmarek serokên welatan li dar dikeve.

Navenda Nûçeyan (K24) – Lûtkeya Bexdayê îro 28ê Tebaxê bi beşdariya hejmarek serok û serkirdeyên welatan li dar dikeve. Iraq dixwaze vê lûtkeyê bike derfetek ji bo başkirina pêwendiyên yên dîplomasî.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, şandeyên her yek ji Fransa, Siûdiye, Îmarat, Kuwêt, Qeter, Misr, Urdin, Tirkiye, Îran ligel şandeyên Komkara Erebî, Encûmena Hevkarî a Kendavê, Rêxistina Hevkarî ya Îslamî tê de beşdar dibin.

Li gor daxuyaniya endamê Komîteya Pêwendiyên Derve di Parlamentoya Iraqê de Muxtar Mosewî, piştî demeke dirêj ji sistbûna pêwendiyên dîplomasî yên Iraqê bi welatan re, pêwîst e niha ev pêwendî bêne bihêzkirin, ev lûtke jî dibe hokar û derfetek ji bo Iraq xwe ji vê qonaxa sistbûna pêwendiyan derbas bike û pêwendiyên baş û bihêz deyne.

Serokê Navenda Seqer a Lêkolînan Muhened Ezawî ragihand, ev lûtke di çarçoveya hejmarek ji çalakiyên siyaseta derve ya Iraqê de ye, ji bo Iraq rola xwe ya sereke û diyar di siyaseta herêmê de vegerîne, bi taybet ku Iraq demeke di qeyranan re derbas dibe.

Bi giştî di lûtkeyê de, hewlên ji bo bihêzkirina pêwendiyên dîplomasî, pirsa terorê û metirsiyên DAIŞê, tewerên sereke tên guftûgokirin.

Di wê derbarê de Berdevkê Lîtkeyê û Birkarê berê yê Wezareta Derve ya Iraqê Nizal Xêralla ragihand, “Pirsên nakok ên di navbera welatan de, di lîtkeyê de nayin guftûgokirin. Lûtke dê zêdetir girîngiyê bide aramî û serweriya Iraqê û rêgirtina li destêwerdana di karûbarên navxwe yên Iraqê de be.”