Yehya Resûl: Di Lûtkeya Baxdayê de dê behsa rola Pêşmerge a bi bandor bê kirin

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê: Hêzên çekdar ên Iraqê bi cibicîkirina rêkeftina Şingalê hatine raspardin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê radigihîne, di lûtkeya Bexdayê de behsa rola bi bandor a Pêşmerge di şikandina DAIŞê de tê kirin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ji K24ê re got: “di lûtkeya Bexdayê de behsa rola bi bandor a Pêşmerge di şikandina DAIŞê de tê kirin.  Hêza Pêşmerge roleke wê ya sereke di têkşikandina DAIŞê de hebû, bi taybet li Mûsilê.”

Got jî: “Hevahengî û hevkariya me bi hêza Pêşmerge re her dem berdewam dibe, ji bo nehîştina paşmayên DAIŞê. Rola Pêşmerge ya girîng di çarçoveya sîstema berevaniya Iraqê de hebû.”

Yehya Resûl destnîşan kir: “Pêwîstiya me bi wê heye ku hêzên me careke din bêne avakirin. Spasiya wan welatan dikin ku piştevaniya bilindkirina karîna hêzên me dikin.”

Diyar kir jî: “Hin serkirde tirsiyan serdana Iraqê bikin, lê Iraq di parastina rewşa ewlehiyê û parastina xelkê de serkeftî bû, ev jî bi dayîna gelek qurbaniyan hatiye peydakirin. Hatina şandeyên welatan bo Bexdayê, nîşana wê rastiyê ye ku Iraq di dabînkirina aramiyê de serkeftî bûye.”

Derbarê rêkeftina Şingalê û rewşa Şingalê de, Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê got: “Rêkeftina Şingalê, rêkeftineke girîng e û gavên baş jî ji bo cibicîkirina xalên wê hatine avêtin, hêzên çekdar ên Iraqê hatine raspardin ji bo cibicîkirina wê. Rêkeftin dê bi serkeftî were cibicîkirin.”

Li ser metirsiyên DAIŞê, Yehya Resûl got: “Metirsiyên DAIŞê mane, bi taybet li navçeyên di navbera sengerên Pêşmerge û hêzên Iraqî de. Em bi biraderên xwe tên di Wezareta Pêşmerge de kar dikin, ji bo wê valahiya ewlehiyê tijî bikin, ji bo vê mebestê jî me çendîn navendên hevahengiyê ava kirine, di rojên bê de jî operasyonên hevbeş bi Pêşmerge re jî li dijî cihên veşartinê yên DAIŞê berdewam dibin.”