Pentagon: Li Efxanistanê 2 berpirsên DAIŞê hatin kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; li Efxanistanê 2 berpirsên pilebilind ên DAIŞê hatin kuştin û yek jî hat birîndarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; li Efxanistanê 2 berpirsên pilebilind ên DAIŞê hatin kuştin û yek jî hat birîndarkirin.

Pentagonê bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Di encama êrîşên esmanî de li dijî DAIŞê, 2 berpirsên pilebilind hatin kuştin û yek jî hat birîndarkirin.”

Berdevkê Pentagonê John Kirby herwiha diyar kir ku serbazên Amerîkayê dest bi vekişîna ji Balafirgeha Kabulê kirine.

Artêşa Amerîkayê piştî êrîşên li Balafirgeha Kabulê, li wîlayeta Nangahar bi rêya firoyekên bêfirokevan dest bi operasyonê kiribû.

Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kiribû ku ew DAIŞ – Xorasanê efû nakin û ew ê li dijî wan li cihên ku Amerîka dem û cihê wan diyar bike, bersiva wan bidin.