Fuad Husên: Bexdayê karî welatên nakok li ser maseyekê kom bike

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên civîna îro ya welatên cîranên Iraqê li Lûtkeya Bexdayê weke civîneke girîng bi nav kir.

Bexda (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên civîna îro ya welatên cîranên Iraqê li Lûtkeya Bexdayê weke civîneke girîng bi nav kir.

Fuad Husên îro piştî Lûtkeya Bexdayê di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Hemû civînên piştî sala 2003an ên li ser Iraqê, li derveyî welat bûn, beriya sala 2003an jî ti lûtkeyeke bi vî rengî li Iraqê nehatibû encamdan, loma ez dikarim vê lûtkeyê weke bûyereke dîrokî bi nav bikim.”

Husên eşkere kir: “Piştî salên heştêyan heta niha, cara ewil e ku Bedayê karî di vê civînê de hemû welatên cîran û hêzên cuda bicivîne, ku demên borî de çendîn kêşe di navbera wan de hebûn, dibe ku ew welat ti car li cem hev kom nebûn, lê belê Bexdayê karî bi rêya vê lûtkeyê wan welatan bîne cem hev.”

Wezîrê Derve yê Iraqê destnîşan kir: “Di demên pêş de ev civîn dê bandorên erênî li ser rewşa Iraqê bi taybetî û li ser rewşa navçeyê bi awayekî giştî bike.”

Li ser naveroka civînê jî Fuad Husên eşkere kir ku di civîna îro de li ser hejmarek pirs û mijarên siyasî û ewlehî yên gelek girîng gotûbêj hatinkirin û tekezî li ser pêwendiyên aborî û bazirganî yên navbera welatên beşdar ên vê lûtkeyê hate kirin.