Biden: Egera êrîşeke din li ser Balafirgeha Kabulê heye

Serokê Amerîkayê ragihand; rewşa ewlehiya Balafirgeha Kabulê gelek metirsîdar e û di 24 heta 36 saetên pêş de îhtîmala êrîşeke din a terorî heye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand; êrîşên li dijî DAIŞa Xorasanê êrîşa dawî nabe û em dest ji wan bernadin û divê baca êrîşa ser Balafirgeha Kabula paytexta Efxanistanê bidin.

Koşka Spî bi daxuyaniyekê ragihand; Serokê Amerîkayê Joe Biden ligel tîma asayîşa niştimanî û fermandarên serbazî civiya û li gor zanyariyên îstixbaratê, rewşa ewlehiya Balafirgeha Kabulê gelek metirsîdar e û di 24 heta 36 saetên pêş de îhtîmala êrîşeke din a terorî heye.

Joe Biden diyar kiriye; êrîşên li dijî DAIŞa Xorasanê êrîşa dawî nabin û ew ê li pey wan biçin û divê kesên destê wan di êrîşan de hene, ku bûye sedema kuştina 13 serbazên Amerîkayê, baca kiryara xwe bidin.

Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê fermandarên serbazî destvekirî kiriye, da ku amadekariyê bikin û bersiva her êrîşekê bidin.

Ev di demekê de ye ku îro Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; li Efxanistanê 2 berpirsên pilebilind ên DAIŞê hatin kuştin û yek jî hat birîndarkirin.

Pentagonê bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Di encama êrîşên esmanî de li dijî DAIŞê, 2 berpirsên pilebilind hatin kuştin û yek jî hat birîndarkirin.”

Artêşa Amerîkayê piştî êrîşên li Balafirgeha Kabulê, li wîlayeta Nangahar bi rêya firoyekên bêfirokevan dest bi operasyonê kiribû.