Biden pîrozbahiyê li serkeftina Lûtkeya Bexdayê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Joe Biden pîrozbahiya serkeftina Lûtkeya Bexdayê bo Hevkar û Hevbeşiyê li Hikûmeta Iraqê dike.
Serokê Amerîka Joe Biden di daxuyaniyekê de ragihand, Kongreya Bexdayê riyek ji bo kêmkirina aloziyan û bihêzkirina hevkariyan di navbera welatên herêmê de ye. Pîrozbahiya serkeftina wê jî li Hikûmeta Iraqê kir.
Joe Biden tekez kir, Washington di piştevanîkirina Hikûmeta Iraqê de berdewam dibe û pêwendiyên dualî jî bi Bexdayê re li gor rêkeftina wan a stratejîk bihêztir dike.
Duhî 28 Tebaxa 2021ê bi beşdariya hejmarek ji serok û nûnerên welatên herêmê, Lûtkeya Bexdayê bo hevkar û Hevbeşiyê hat lidarxistin.
Piştî bidawîbûna lûtkeyê, encamnameya hevbeş ji aliyê serkirdeyên beşdar ve hat ragihandin û tê de hat gotin: “Beşdarên konferansê diyar dikin ku ew li gel xelk û hikûmeta Iraqê ne û tekezî li ser hevgertina hewlan kirin ji bo seqamgiriya navçeyê.”