Medyaya Fransa: Hevdîtina Macron bi Serok Barzanî re ji bo rêzgirtina li Pêşmerge ye

Serokê Fransayê Emmanuel Macron, ji bilî civîna ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê, dê serdana Mûsilê jî bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro danê berbangê gihîşt Herêma Kurdistanê, ji bilî civîna ligel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmetê û Seroka Parlamentoya Kurdistanê, dê serdana Mûsilê jî bike. Medyaya Fransî radigîhîne, Macron dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinekê pêk bîne, da ku rêzê ji Pêşmergeyan re nîşan bide.

Piştî ku duhî beşdarî di Lûtkeya Bexdayê de kir, Macron gihîşt Herêma Kurdistanê û berî ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê bicive, biryar e Macron serdana Mûsilê bike ku beşek ji wî bajarî ji ber şerê li dijî DAIŞê wêran bûye.

Macron li Mûsilê dê piştevaniya xwe ji bo Kirîstiyanan dubare bike û dê li kelîseya Sa'e nimêjê bike ku berî şeş mehan Papayê Vatîkanê serdana wê kiribû û lê nimêj kiribû.

Serokê Fransayê di serdana xwe ya ji bo Mûsilê de, dê serdana mizgefta Nûrî ya ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû rûxandin bike.

Malpera “France 24” di raportekê de destnîşan kir, Macron di serdana xwe bo Hewlêrê de, derbarê piştevaniya Fransa ji şerê li dijî terorê de, ligel berpirsên Herêma Kurdistanê dicive. Herwiha Macron bi Serok Barzanî re dicive, ta ku rêzê li Pêşmerge nîşan bibe.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro berbangê gihîşt Herêma Kurdistanê û li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve pêşwazî lê hate kirin.

Biryar e Serokê Fransayê îro ligel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bicive û rewşa Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Parîsê de guftûgo bikin.