Macron: Ji ber nearamiya Şingalê, bi hezaran Êzidî nikarin vegerin

Serokê Fransayê Emmanuel Macron: Em bi Hikûmeta Iraqê re kar ji bo avedankirina Şingalê û vegera koçberan dikin.
Macron li Mûsilê
Macron li Mûsilê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron di serdana xwe ya bo Mûsilê de li kelîseya Sa'e gotarek pêşkêş kir û ragihand, ew bi Hikûmeta Iraqê re kar ji bo avedankirina Şingalê û vegera koçberan dikin.

Serokê Fransa Emmanuel Macron îro gihîşt Herêma Kurdistanê û li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin û piştre berê xwe da Mûsilê.

Serokê Fransa Emmanuel Macron li Mûsilê li kelîseya Sa'e li ser rewşa Şingalê ragihand, ji ber nearamiya rewşa Şingalê, bi hezaran Êzidî nikarin vegerin ser mal û cihên xwe.

Macron got, ew bi Hikûmeta Iraqê re kar dikin, ji bo koçber vegerînin û navçeyên wêranbûyî jî avedan bikin û kelîse, mizgeft û firokxaneya Mûsilê nûjen bikin. Diyar kir jî, wan biqasî 60 milyon euro ji bo hevkariya koçberan û vegera wan terxan kiriye.

Macron got jî, ew ê bi berdewamî şerê li dijî terorê bikin, lê şerê rasteqîne ya şerê li dijî terorê, nehîştina sedema belavbûna hizra tundiyê ye. Destnîşan kir jî, Fransa dê alîkariya xelkê Mûsilê bike û avedankirin bajarê wan bike.