Li Daquqê 4 karker di teqînekê de hatin kuştin û birîndarkirin

Li bajarê Daquqê yê li başûrê Kerkûkê, bombeyeke vedayî teqiye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Daquqê yê li başûrê Kerkûkê, di encama teqîne bombeyeke vedayî de, karkerek hat kuştin û 3 karkerên din jî birîndar bûn.

Qaymeqamê Daqoqê Liwîs Fendî ji K24ê re ragihand, li gundê Semadê yê başûrê Daquqê îro danê sibê dema hejmarek ji karkeran çûn ser karê xwe li projeyekê, bombeyeke vedayî teqiya û karkerek hat kuştin û 3 karkerên din jî bi giranî birîndar bûn.

Qaymeqamê Daquqê got jî: “Ji ber hebûna valahiya ewlehiyê li herêma me, DAIŞ sûdê jê dibîne û kiryarên teroristî encam dide.”

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û vekişîna hêzên Pêşmerge, valahiyeke ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dirust bûye. Vê yekê jî hîştiye çekdarên DAIŞê li wan navçeyan çalakiyên xwe zêde bikin û êrîşî ser welatiyan û hêzên ewlehiyê bikin.

Bajarokê Daquqê 40 k.m li başûrê Kerkûkê dikeve. Li gor serjimêriya sala 1947an, rêjaya Kurdan lê ji sedî 60 bû, Piraniya wan jî Kurdên Kakayî ne. Ji bilî Kurdan, Ereb û Tirkmen jî lê hene.