Demirtaş vê carê pirtûkên Kurdî pêşniyar kir

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş pirtûkên weşanxaneya Peywend pêşniyar kir.
Selahetîn Demîrtaş
Selahetîn Demîrtaş

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê zindanî ye û li ser hesabê xwe yê Twitterê dem bi dem ji bo xwendinê pirtûkên Tirkî pêşniyar dike û ji ber vê yekê hatibû rexnekirin, vê carê pirtûkên Kurdî pêşniyar kir.

Selahattin Demirtaş di rêze tiwîtên xwe de bi zimanê Kurdî ragihand: “Ji ber saxtikirin û lê pirsînan, hema hema ne mimkin bû ku pirtûkên kurdî bihatana girtîgehan. Li gel vê yekê, di maweya pênc salên bihurî da, ji bilî weşanxaneya Aramê, min ji tu weşanxaneyeka kurdî ne peşnîyazeka pirtûkeka kurdî wergirt, ne agahdarîya pirtûkeka nû gihîşt min û ne jî silavek li min hat kirin.”

Demirtaş dibêje: “Helbet gazin û rexne li ser ser û çavan, lê ez dixwazim ku ev jî bên zanîn. Piranîya pirtûkên ku min pêşnîyaz kirine, min ji nava wan pirtûkan hilbijartine û xwendine ku nivîskar û weşanxaneyên wan ew bi awayekî nazîkî bi xwe ji min ra şandine. Li gel van hemû derfetên bisînorkirî, her gava ez fersendê dibînim, ez hewl didim wan pirtûkên kurdî jî pêşnîyazî we bikim ku min di heqê wan da agahdarî bi dest xistine.”

Selahattin Demirtaş destnîşan kir: “Ez dê kêfxweş bibim ku weşanxaneyên kurdî agahdarîyên pirtûkên kurdî, qet nebe, bi rêya parêzerên min bigihînin min.”

Demirtaş pirtûkên weşanên Peywend pêşniyar kir û got: “Ez bi vê wesîleyê, pirtûkên Weşanxaneya Peywendê yên kurdî tewsîyeyî we dikim ku pêşnîyazî min bûne.”

Herwiha diyar kir: “Ez her weha pirtûkeka nû jî tewsîyeyî we dikim ku navê wê Xemname ye û ji alîyê Weşanxaneya Lîsê ve hatiye weşandin.”