Biden: Me li Efxanistanê dawî li şerekî têkçûyî anî

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku proseya vekişandina artêşa Amerîkayê ji Efxanistanê bi awayekî serkeftî pêk hatiye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku proseya vekişandina artêşa Amerîkayê ji Efxanistanê bi awayekî serkeftî pêk hatiye.

Joe Biden diyar kir ku derketina ji Efxanistanê bi awayekî dirust hat encamdan û piştî şerekî têkçûyî yê 20 salan, soz dane ku dawî li vî şerî bînin û ji Efxanistanê vekişin.

Biden eşkere kir ku heta niha 100 – 200 amerîkî li Efxanistanê mane, bi rêjeya %90ê welatiyên Amerîkayê ku biryara derketina ji Efxanistanê dabûn, ji welat derketine.

Serokê Amerîkayê destnîşan kir: “Me bawer dikir ku çekdarên Talîbanê dê pabend bin bi silametî derketina welatiyên Amerîkayê ji Efxanistanê.”

Joe Biden bal kişand ser wê yekê ku bijadeya wan li Efxanistanê, an vekişîn bû, an jî berdewambûna şer.