Çekdarên DAIŞê êrîşê ser gundekî Kerkûkê kir

Di encama êrîşê de, leşkerekî artêşa Iraqê hat kuştin, 6 kes birîndar bûn û welatiyek jî hate revandin.
Kerkûk
Kerkûk

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê êrîşî gundê Şehelê Kevin ê ser bi nahiya Sergeranê ve kir, leşkerekî artêşa Iraqê kuşt, 6 welatî birîndar kirin û welatiyekî din jî revand.

Welatiyekî gundê Şehelê Kevin ji K24ê re ragihand, dora 30 çekdarên DAIŞê îro danê sibê gundê wan dorpêç kir û êrîşî ser gund kir, xelkê gund û hêzên Iraqî jî rûbirûbûyî wê êrîşê bûn.

Diyar kir, di encama êrîşê de leşkerekî artêşa Iraqê hat kuştin, 6 kes birîndar bûn û weletiyekî gund yê bi navê Nayif jî hate revandin. Herwiha got: “3 bombeyên çendî jî li nêzîkî gund hatin teqandin.”

Wî jêderî got jî: “Gundiyên Şehelê Nû xwastin bi hawara me bên, lê ji ber ku çekdarên DAIŞê bombe li ser rê danîbûn, nikarîn nêzîkî gund bibin.”

Ji aliyekî din ve, çekdarên DAIŞê şeva borî êrîşî ser gundê Dekşimanê yê ser bi bajarokê Taze li sînorê Kerkûkê kir, çekdaran 3 otomobîlên welatiyan şewitandin û hejmarek ji çêlek û pezê xelkê kuştin.