Berpirsekî Amerîkî: Efxanistan, ne Sûriye û ne jî Iraq e

Berpirsekî Amerîkî tekez dike, rewşa Efxansitanê ji ya Sûriye û Iraqê cuda ye û hêzên wan dê li wan welatan bimînin.
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Joey Hood - Arşîv
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Joey Hood - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî vekşandina hêzên Amerîkî û hevpeymanên wê ji Efxanistanê, nîgeranî li Rojavayê Kurdistanê çêbûye ku dibe ev yek bi serê wan jî were, lê berpirsekî Amerîkî tekez dike, rewşa Efxansitanê ji ya Sûriye û Iraqê cuda ye û hêzên wan dê li wan welatan bimînin.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Joey Hood di hevdîtinekê de bi kenala “alhurra” re ragihand, erkê hêzên wan li Efxanistanê bi dawî bû, lê hêzên wan li Sûriyê û Iraqê dimînin.

Li ser pirsa egera dubarebûna senaryoya Efxanistanê li Sûriye û Iraqê, Hood tekez kir, “Efxanistan ne Sûriye û ne Iraq e. Berjewendiyên me li Iraq û Sûriyê berdewam dibin û piştevanî û hevkariya me bi hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ji bo jinavbirina yekcarî ya DAIŞê dê berdewam bin û dê ji bo demeke dirêj bin.”

Derbarê rêjîma Sûriyê de jî wî berpirsê Amerîka got, hêzên wan ji bo şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê me, ew kar ji bo guhertina rêjîma Sûriyê nakin, lê ew hewl didin ta ku rêjîma Sûriyê kiryarên xwe biguherîne.

Herwiha got: “Cezayê me li ser Sûriyê hene, wek Yasaya Sîzer. Hin rênimayên me yên din jî li dijî rêjîmê û aliyên piştevaniya wê dikin hene, lê em ne ji bo şerê li dijî Beşar Esed li Sûriyê ne. Em ji bo şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê ne.”

Ev yek di demekê de ye, duhî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê de ji The Washington Postê ragihand; piştî vekişîna Amerîkayê ji Efxanistanê, rayedarên Amerîkî ji wan re tekez kirine ku ti guhertinên serbazî li Sûriyê çênabin.

Ebdî got jî, di heft mehên destpêkê yên îsal de pêwendiyên wan bi Washingtonê re gelek baş bûne û ew pêşbînî dikin ku eger Amerîka sozên xwe bi cih bîne, rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê heta astekê baş be.