Hunermend Seyîdxan Sevînç: Ya min ne mûzîk e, helwest e

Muzîkjenê Kurd Seyîdxan Sevînç bi muzîkê sendroma tûretê têk dibe
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Hunermendê Kurd Seyîdxan Sevînç ku sendroma tûretê pê re heye, laşê wî liv û tevgerên cuda dide der bi rêya muzîkê vê sendromê têk dibe û huner jê ra dibe stargehekê. Ew ji ber sendroma xwe li civakê gelek caran rastî tehde û tundiyan jî hatiye û dibêje: Muzîka min li dijî xeraban bertekek e.

Muzîka xwe li dijî pêşdaraz û gotinên xerab ên mirovan wek bertekek dibîne û bi rêya hunerê wan gotinên xerab ên li ser wî ku xwediyê sendroma tûretê ye berhewa dike.

Muzîkjen Seyîdxan Sevînç ji K24ê re got: “Ez bi xwe ji zikmakî sendroma turetê bi min re heye. Mirovên sendroma tûretê bi wan re heye li gorî mirovên din zêdetir bala wan li ser huner û muzîkê (rîtm melodî) çêdibe. Bedena min ji zikmakî ve qûral û qaîdeyan nas nake. Bedena min anarşîst e. Yanê ne weke îdeolojîk. Tevgera bedena min weke fîzyolojîk anarşîst e. Cîhê ku divê mirov hiş be ez nikarim hiş bim, cihê divê mirova bêdeng be sabît be lê bedena min di cîhê xwe de nasekine, deng derdixe yan jî ser û rûyê xwe dihejîim, destê xwe radikim.

Muzîkjenê Sêrtî Seyîdxan Sevînç ku sendroma tûretê pê ra heye ev 5 sal in pîl di dilê wî de hatiye bicîhkirin. Ji ber semptomên vê sendromê li nav civakê gelek caran rastî tûndî û tehdeyan tê lê muzîk ji wî re bûye stargehekê.

Seyîdxan Sevînç dibêje: “Ez her dibêjim, muzîka min ez jê ra nabêjim muzîk. Ez jê ra dibêjim helwest. Ji ber ku civakekê xwest min bixe bîrekeke kûr û devê bîrê bigire, an jî min bibe odeyek û odeyê ser min de bigire. Û bêjin tu çiqas şirîn î tu wiha xweşik î. Çawa Tirk ji Kurdan re dibêjin “Hûn Kurd in lê hûn jî mirov in” Ev helwest bi heman awayî di sendroma tûretê de jî heye. Min dît ji ber sendroma xwe pirsgirêkên min ên civakî zêdetir bûn. Di civakê de pêşdarazên li hember min zêdetir bûn û ez di bin tesîra wan de jî mam. Min got divê li dijî wan pêşdarazan û nêrîa civakê ya li ser sendroma min ez şerekî bidim destpêkirin lê ev şer dê çawa be? Bi xwendinê, bi muzîkê yan bi rêyeke din divê ez ber xwe bidim. Axirî min muzîkê hilbijart û bi rêya hunerê min li dijî pêşdarazên li ser xwe ber xwe da. Min hunera xwe da pêş û min dengê xwe bilind kir. Wê gavê min îtîbar dît û ji min hat pirsîn “Seyîdxan tu kî yî? Ev çi deng e? Tu ji me re çi dibêjî?” Wê gavê xelkê ez girîng dîtim. Min jî ji xwe re qadeke îfadekirinê dît.

Muzîkjenê gênc dema zaroktî li medreseyên li herêma Botan fêrî helbest û qasideyên nivîskarên wêjeya klasîk ên Kurdî dibe û ew şaîrên Kurdan ji bo muzîka wî jî dibe çavkanî.

Seyîdxan Sevînç got: “Melayê Cizîrî zêde li ser Kurdeyatî û miletê Kurd disekine û dibêje: “Ne hewce ye hûn herin Şîraz, ger luluê mensûrî ji nezmê tu dixwazî, wer şiîrê Mele bin, te bi Şîrazî çi hacet. Yanê çi hacet ku tu herî luluê mensûrî tu li Şîraz bigerî were şiîrê Mele bi xwe hene. Yanê bala te dikêşîne ser herêmên Botan anku Kurdistanê.”