Muzîkjenê “Zorba Yewnanî” koça dawiyê kir

Muzîkjenê navdar ê Yewnanî Mikis Theodorakis yê muzîka fîlimê "Zorba Yewnanî" çêkiriye, koça dawiyê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Muzîkjenê navdar ê Yewnanî û siyasetmendar Mikis Theodorakis yê muzîka fîlimê "Zorba Yewnanî" çêkiriye, di 96 saliya xwe de koça dawiyê kir.

Wezîra Geştiyaroyê ya Yewnanîstanê Lina Mendoni got: “Me beşek ji giyanê Yewnanîstanê winda kir. Mikis Theodorakis, Mikisê mamoste, rewşenbîr û şoreşger, Mikis Yewnanî, bar kir.”

Mikis Theodorakis Tevahiya cîhanê bi muzîka kevneşopî ya Yewnanistanê û dansa "Sirtaki" di fîlimê ”Zorba Yewnanî” di sala 1964an de da naskirin.

Mikis Theodorakis di 29-ê Tîrmeha 1925-an de li girava Chios li Deryaya Ege ji dayik bû û yek ji wan kesayetên herî navdar ên Yewnanistanê ye.

Mikis Theodorakis gelek berhemên wî hene û li ser asta cîhanê hatine naskirin. Herwiha çalakvanekî li dijî rejîma leşkerî bû û di navbera salên (1967-1974) de wek sembola wê berxwedanê dihat naskirin.