Firokeyeke Tirkiyê li Şingalê binkeyeke PKKê bombebaran kir

Li sînorê navçeya Şingalê, firokeyeke şer a Tirkiyê binkeyeke Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bombebaran kir.

Hewlêr (K24) – Li sînorê navçeya Şingalê, firokeyeke şer a Tirkiyê binkeyeke Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bombebaran kir.

Nûçegihanê K24ê ji Şingalê ragihand; beriya demeke kin, li sînorê navçeya Şingalê binkeyeke PKKê hat bombebarankirin.

Herwiha diyar kir ku êrîş ji aliyê frokeyeke şer a Tirkiyê ve hat encamdan û hîn ziyanên êrîşê nehatine ragihandin.

Hêjayî gotinê ye ku zêdetirî salek e şer û pevçûnên navbera artêşa Tirkiyê û PKKê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê berdewam in û ji ber hebûna PKKê li deverên Şingal, Qendîl û Mexmûrê, heta niha çendîn car ew dever ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin.